Kurdistan û Amerika – ber bi rêkeftinek nû ya hevahengiyê

Mesrûr Barzanî di civîna ligel Pompeo de, babeta rêkeftinek nû ya hevahengiyê anîbû rojevê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Bayan Samî Abdurahman dibêje, Hewlêr û Waşington ber bi wê yekê diçin ku rêkeftinek alîkarî û hemahengiya hevbeş hebe - ku warên siyasî, serbazî û aborî li xwe bigre. Amaje bi wê yekê jî kir, siyaseta nû ya Waşington di berjewendiya Kurdan de ye.

Pisporek siyasî jî dibîne, beriya her tiştekî pêwîst e Kurd ji Amerîka fêm bike û dibêje, her nivîsînek di navbera Hewlêr û Waşingtonê de hebe destkeftiyek mezin e.

Di dema seredana Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo bo herêma Kurdistanê de, Şêwirmendê Civata Ewlekarî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna ligel Pompeo de, babeta rêkeftinek nû ya hevahengiyê anîbû rojevê, ku karvedanek berfereh li platforma siyasî li Kurdistanê kir.

 

 

C.B