Fadil Mîranî: Partîya Demukrata Kurdistanê û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê rêkevtineke nû dê wajû bikin.
K24- Hewlêr
sekiretêrê Mekteba Sîyasîya Sîyasîya Partîya Demukrata Kurdistanê aşkera dike, Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê(YNK) rêkevtineke nû wajû dikin û rêkkevtin li ser pirsa serokatîya Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk dê bihê encamdan.
Fadil Mîranî, sekiretêrê Mekteba Sîyasîya Partîya Demukrata Kurdistanê, ragehand: Di van nêzîkan de pirsa serokatîya Herêma Kurdistanê di navbera alîyan de dê yekalî bibe.
Sekiretêrê Mekteba Sîyasîya PDKyê bi Kurdistan 24 re ragehand: Me li gel Goran danûstandin berdewame li ser hebûn a cêgirên serokê herêmê û divê hevdû razî bikin û berjwendîyên hizbî bixîn dûv berjewendîyên gelê me.
Amaje bi wê yekê jî da, Ku li gel Goranê rêkkevtin temam bûye û bivan nêzîkan jî li gel YNKyê jî dê temam bibe.
Tekez jî kir: Eger li gel YNKyê rêkevtinê temam nekin dê çawa pênagên din bihavêjin.