Birîtanya hejmarek din a serbazan dişîne Rojhilata Navîn

Peyvdarê hikûmeta Îranê ragihand, desteserkirina keştiya petrolhelgira Berîtaniya ji aliyê Supaya Pasdarn bersivek bû ji bo kiryarên hevawa yên Berîtaniya li Cebel Tariq e , got jî ew welatên ku daxwaza azadkirina keştiya Berîtanî dikin divê di serî de berê daxwaziyan bidin Berîtaniya daku keştiya petrol helgira Iranê azad bike.

K24- Hewlêr

Peyvdarê hikûmeta Îranê ragihand, desteserkirina keştiya petrolhelgira Berîtaniya ji aliyê Supaya Pasdarn bersivek bû ji bo kiryarên hevawa yên Berîtaniya li Cebel Tariq e , got jî ew welatên ku daxwaza azadkirina keştiya Berîtanî dikin divê di serî de berê daxwaziyan bidin Berîtaniya daku keştiya petrol helgira Iranê azad bike.

Berpirsên Brîtanyayê dibêjin, dê bersivek guncaw bidin Komara Islamî ya Îranê. Wezîrê Derve yê Brîtanya behsa dorpêçên aborî û Wezîrê Bergirî yê wî welatî jî, behsa gotûbêjkirina bijardeyên din dike.

Digel vê yekê jî, Îran radighîne, wan bi awayek yasayî dest bi ser keştiya Brîtanî de girtiye û daxwaz ji Londonê dike, rewşê aloztir neke.

Cîgirê wezîrê bergirî yê brîtanyayê ragihand , dê hejmarek din a serbazan bişînin Rojhilata Navîn û hemû hewlên wan, bo parastina asayîşa avtenga Hurmiz e. Tobîas êl Wud,Daxwaz ji Îranê kir, ji hestyariya rewşa navçeyê tê bigihe û zêdetir rewşê aloztir neke.

Ji alîyek din ve,Rojnameya Rojnameya Daily Telegraph ya Brîtanî, di raporteke xwe derbarê aloziya navbera Îran û Brîtanya de belav kir ku ajansên hewlageriya Brîtanya hişyarî dane ji belavkirina şanên terorî bi piştevaniya Îranê bi mebesta birêvebirina êrîşan li Brîtanya.

Daily Telegraph dibêje, piştî ku Îran dest danî li  ser keştiya neftê ya Brîtanî bi navê Stena Impero, û daxuyaniyên navbera herdu welatan de, eger heye rewş aloz bibe, û ajansên hewlageriyê bawerin ku Îran şanên nivistî  rêk dixe  li tevahiya ewropa û bi taybetî li Brîtanya û di her demekê de dê rê bide wan şanan êrîş bikin eger pirsa kendavê aloztir bibe..

Rojnameya Brîtanî da xuyakirin ku şan bi serkêşiya hin endamên hizbullaha Libnanî ne, ku amade ne êrîşên terorîstî birêve bibin, û amaje da bi oprsyona sala 2015an dema polîsên paytexta Brîtanî hin endamên hizbûlah girtin ku bi tonan teqemenî veşartibûn û amadekariya êrîşan dikirin..

Aloziya di tengava Hurmuzê de, girîngtirîn korîdora deryayî jib o veguhestina neftê di cîhanê de, geha astekî bilind dema Îran dest danî li ser keştiya Brîtanî, û piştî çendîn êrîşên Îranê li ser gemiyên neftê di kendavê de.