Amerîka lêkolînan dike li ser sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê re

Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê da xuyakirin, derbarê sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê re, lêkolînên wan berdewam dikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê da xuyakirin, derbarê sepandina dorpêçan bi ser Tirkiyê re, lêkolînên wan berdewam dikin.

Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê Stewen Mnuchin li ser pirsa rojnamevanan da xuyakirin, ew mijar a sepandina sizaya dorpêçiyê li pêş çavan derbas dikin, lê hê negihîştine biryareke misoger.

Rêveberiya Tirkiyê, digel hemû nerazîbûn û gefên Amerîkayê, ji Rûsyayê sîstemên S-400 yên parastina asîmanî kiribûn. Rayedarên Amerîkayê jî, dabûn xuyakirin, helwesta Tirkiyê dijî berjewendiyên Amerîkayê ye û di çarçoveya rêkeftina CAATSAyê (Katsa) de, ew dê liser Tirkiyê dorpêçiyan bisepînin.

Li gor yasayan, Wezareta Gencîneyê cureya sizayê diyar dike û pêşkêşî Serokê Amerîkayê dike.