Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê bersiva Mehmûd Sengawî dide

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamê Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê Mehmûd Sengawî da, ku pêştir bi daxuyaniyekê “bi awayekî ne rewa û bi asteke nizim wek xwe êrîşî hêzên asayişê kiriye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva endamê Encûmena Giştî ya Rêveberiya YNKê Mehmûd Sengawî da, ku pêştir bi daxuyaniyekê “bi awayekî ne rewa û bi asteke nizim wek xwe êrîşî hêzên asayişê kiriye”

Daxuyanî wiha ye:

Ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê ve bersiva pêwîst bo Mehmûd Sengawî

Çend rojan berî niha Mehmûd Sengawî bi awayekî ne rewa û bi astekî nizim de wekî xwe êrîşî hêzên asayîşê kir û nemaqûlane di derbarê dilsoz û lawên vî gelî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de axaftiye. Ew gotinên Mehmûd Sengawî li ser dosyaya tometbarekî ku li ser bazirganîkirina 60 kîlo madeyên hişber hatibû girtin û li girtîgehê jî dawî bi jiyana xwe anîbû ne.

Em hest û sozên kesûkar û alîgirên wî kesî têdigehin ku ew jî têkelî vî karê firotin û bazirganîkirina madeyên hişber hatiye kirin, deriyê me vekiriye bo her cure lêkolînekê ku gûman li ser wî hebin û lêkolîn di vê derbarê de li gel aliyên fermî yên peyvendîdar jî berdewam in.

Aşkerakirina wê grûpa tewanbar destkefteke mezin e bo proseya lêgerîn û aşkerakirina wan grûpên mafyayî yên dixwazin Herêma Kurdistanê bikin navenda bazirganî û mûptelakirina welatiyan bi madeya hişber ve. Em dizanin qaçaxçîtî di nav binpêkirinan de çalak dibe, ji ber wê em ecêb namînin qaçaxçiyek tê nasîn ê sînorên navçeya Germiyanê, ku têkelî bazirganiya reş û endamê tora bazirganiya ne rewa ye û gelek ecêb nîne berevaniyê li tora mafyayê bike û li ser wan helwest diyar bike û kaxezan têkelî pêwendiyên navbera partiyan de jî bike.’’

Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê ji lawên dilsoz ên gelê me û bêxew û gelek diwestiyan pêk hatiye. Bi hezaran şehîd û birîndar me dane, ku welatî bi aramî û asayîşê de bijîn. Herwaha Herêma Kurdistanê parastî be ji her cure gef û metirsiyekî terorîstan û mafyayên madeyên hişber.  Ji ber wê jî alîkarî û piştevanî û destxweşiya niştimaniyên dilsoz li gel me xwedî giringiyeke mezin e, lê şirîkên tewan û qaçaxçî yên xwe dinirînin bê qîmet e.

Saziya me mafê xwe dibîne ku her cure tometekî nerewa û teşhîra li hember sazî û hêzên me rêkarên yasayî li dijî wan bikar bîne.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê.

20.01.2020