Ebdî: Tirkiye êrîşî Xiristiyanan dike

Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, di dema Serokomarê Tirkiyê bi Serokê Amerîka re dicive, Tirkiye êrîşî bajarokê Til Temirê yê ku piraniya nişticihên wê Xiristiyan in, dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, di dema Serokomarê Tirkiyê bi Serokê Amerîka re dicive, Tirkiye êrîşî bajarokê Til Temirê yê ku piraniya nişticihên wê Xiristiyan in, dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li twittera xwe nivîsî, di dema birêveçûna civîna Trump û Erdogan li Koşka Sipî, artêşa Tirkiyê û hêzên ser bi ve êrîşî bajarokê Til Temirê yê Xiristiyanan kirin û di encamê de hejmarek welatî koçber bûn.

Ebdî got, artêşa Tirkiyê rêkeftina agirbestê binpê dike û ji dema ragihandina agirbestê ve, Tirkiyê 1100 K.M çargoşe dagîr kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama şerê 24 demjimêrên bûrî li gundewarê Serê Kaniyê û Til Temirê de, 11 çekdar hatine hatin kuştin û hejmarek ji şervanên HSDê jî canê xwe jidest dane.

 

S. B