Papayê Vatîkan: Ewa niha li Sûriyê çêdibe, karesatek mirovî ye û daxwaza rawestandina şerê dike
K24- Hewlêr
Papayê Vatîkanê, daxwaza rawestandina şerê li bakurê rojhilatê Sûriyê dike, û dibêje, ewa niha li Sûriyê çêdibe, karesatek mirovî ya mezin e.
Papayê Vatîkanê Papa Pransîs, bang a rawestandina şerê li bakurê rojhilatê Sûriyê kir û got, xelk ne çar bû ye malên xwe bicih bihêlin û di nava wan de gelek malbatên Kristiyan hene. Bi gotina wî, ya ku li wê navçeyê çêdibe, karesatek mirovî ya mezin e û ev di şerê cîhanî yê duyemîn de jî, çênebûye.
Papa Fransîs, daxwaz ji tevahiya aliyan kiriye, ji bo çaresekirina aloziyan, rêya gotûbêjan bigrin ber .