Lîndisî Giraham: Giranîya sizayên dixîn ser Tirkiyê bo Enqere û cîhanê jî pêşbînî nahatîye kirin

Lîndisî Giraham, endmamê kongirêsa Emerîkayê ragehand: bi egera hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, sizayên tund bo Tirkiyê amade kirîne.

K24 - Hewlêr

Lîndisî Giraham, endmamê kongirêsa Emerîkayê ragehand: bi egera hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, sizayên tund bo Tirkiyê amade kirîne.

Got jî: Giranî û meznahîya wan sizayan bo ser Tirkiyê hatîne vebirandin bi awayekîye ku ne enqere û ne cîhan jî pêşbînî nake.

Kongirêsmanê Emerîka aşkera jî kirîye, ew abûrîya Tirkiyê dê herifînin, daku Enqere evê xwînrijtinê ragire ku li bakkûra Suriyê dest pêkirîye.

 Giraham amaje bi wê yekê jî da, ku ew siza wek sizayên ser Îranê  giran û dijwar in û Tirkye hejî evan sizayên dijware.

 Tekez jî kir, Ev hevkarîya ku niha di navbera herdû hizban (Komarî û Demokratî) de heye li ser pirsa sizadana Tirkiyê di kongirêsê de heye di dîroka Emerîkayê de kodengîya weha nebûye.

Berê jî, her ev şev mêdyayên Emerîkayê ragehandibûn, Gencîne û wezareta derveyz welatê wan reşnivîsa Tirikyê amade kirîne.

Belav jî kirin ku niha ew siza amadene û çaverê dihêt kirin ji alîyê Tiramp, Serokê Emerîkayê ve bihêt pesindkirin.

Wek di ragehandinan de hatîye belavkirin: Pêşbînî dihêt kirin, ev şev, Emerîka sizayan bo ser Tirkiyê rabigehîne.

Her ev şev jî, Nansî Pîlosî, seroka Civata Nwênerên Emerîka ragehand, herdû partî, Komarî û Dmekratî di kongirêsê de pirojeyekê amade dikin bo helweşandina biryara Tiramp derbarê vekişanandina supayê Emerîka ji bakûra Suriyê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dd6fa311-d1d2-40dd-839e-78bda8668342/linsy.ism/manifest