Îran jî behsa Rêkeftina Edene dike

Wezîrê derve yê Îranê herweha Rêkeftina Edene ya di navbera Sûriye û Tirkiye de ji sala 1998an, ji bo çareseriya pirsgîrekên Sûriye-Tirkiye wekî bîngehek çareseriyê binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf liser Hevdîtina Soçî yak u dê di navbeyna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranî Hesen Rûhanî de birêbe biçe, anî ziman, ku: “Di vê hevdîtinê de, dê Krîza Sûriye, Vekşêna Hêzên Amerika ji Sûriye, Destûra Sûriye, Aloziya Idlibê û Êrîşên Israîlê hemberî Sûriye bên axaftin”.

Zerîf got ku, di navbeyna Moskow û Tehranê de liser prosey siyasî ya Sûriye cewazî nîn in, ger Enqere jî bipejîrine Tehran dikare navbeynkariyê di navbeyna Sûriye û Tirkiye de bike.

Wezîrê derve yê Îranê herweha Rêkeftina Edene ya di navbera Sûriye û Tirkiye de ji sala 1998an, ji bo çareseriya pirsgîrekên Sûriye-Tirkiye wekî bîngehek çareseriyê binav kir.

 

 

C.B