Politburoyên PDK û YNK sibe li Hewlêrê dicivin

Ligor agahdariyên ketî destê K24, sibe Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyên ketî destê K24, sibe Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin.

Her ligor wan agahdariyên K24, babetên sereke yên civîna PDK û YNK, pêkanîna hukimeta Kurdistanê, ya Bexdayê û pirsa Kerkûkê be.

Piştî hilbijartina Parlementoya Kurdistanê di 30ê Îlon a sala par de, PDK û YNK  çendîn caran ji bo pêkanîna hukimeta Kurdistanê civiyan e. Di encama hilbijartinan de PDK 45 kursî û YNK 21 kursî bidest xistibûn.

 

 

C.B