Rêveberiya Xweser: Milyonek koçber hene û NY bi erkên xwe ranabe”

Rêveberiya Xweser radigihîne, nêzîkî yek milyon koçber li navçeyên wan hene û Netewên Yekgirtî pabendî erkê dabînkirina pêwîstiyan nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser radigihîne, nêzîkî yek milyon koçber li navçeyên wan hene û Netewên Yekgirtî pabendî erkê dabînkirina pêwîstiyan nabe.

Hevserokê Nivîsgeha Geşepêdan û Karûbarên Mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilqadir Mohed ragihand, nêzîkî yek milyon koçber li navçeyên Rêveberiya Xweser hene û li kampên û cihên cuda ên deverên rêveberiyê belav dibin, lê di Netewên Yekgirtî de nehatine tomar kirin.

Da zanîn jî, ji wê hejmarê nêzîkî 200 hezar koçber li parêzgeha Dêrazorê, 70 hezar li Minbicê, 100 li Tebqayê û hejmarên din jî li navçeyên cuda ên herêma Cizîrê û Firatê belav dibin.

Mohed got jî, rêxistinên mirovî alîkariyên pêwîst pêşkêş nakin û kêmasî di wan alîkariyan de heye, ji ber ku piraniya wan rêxistinan girêdayî rêjîma Sûriyê ne û rêjîmê alîkariyên kêm dişîne navçeyên Rêveberiya Xweser.

Derbarê mirina hejmarek koçber li kampa Holê, Mohed got, berî destpêkirina operasyona Baxozê, ew ligel Netewên Yekgirtî civiyan û pêwîstiyên sereke ji wan re diyar kirin, lê Netewên Yekgirtî pabendî peydakirina alîkariyên pêwîst nebû.

 

S. B