Sefîn Dizeyî: Rêveberîya Xweser rêveberîyeke tendurist nekir

Berpirsê fermanegeha peywendîyên derve yên hikumeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di peyvekê de li pêş hejmareke hevwelatîyên Kurdên akincî li Emerîka, rexne li Rêvberîya Xweser li bakûra rojhelata Suriya girt û ragehand: Wan rêveberîyeke tendurist nekir.

K24- Hewlêr

Serfîn Dizeyî got jî: Serok Barzanî gelek hewil da ku li rojavaya Kurdistanê yekrêzî durist bibe, lê Rêveberîya Xweser rêvebirineke tendûrist nekir û pabendê rêkkevtinan nebû.

 Got jî:  Heya niha 16 hezar û 200 hevwelatî ji Rojavaya Kurdistanê awareyên  Herêma Kurdistanê bûne û heke rewşa hanê berdewam be, pêşbînî dihêt kirin 200 hezar hevwelatê awre bibin Herêma Kurdistanê.

Derbatrê rewşa Îraqê jî, Sefîn Dizeyî got: serok wezîrê niha ji Malikî û yên din gelek baştire û rewa jî nîye şikesta xelkên din li ser milên wî bibe mal.

Got jî: Pêwîste hikumeta navendî kar bike daku bizane; ew kes kîne ewên bi qenasan xwenîşanderan dikin armanc.