Qeyûm bo sê şaredariyên HDPê hatin danîn

Hikûmeta Tirkiyê bi hinceta lêpirsîna terorê, dest danî ser sê şaredariyên HDPê yên Bakurê Kurdisanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê bi hinceta lêpirsîna terorê, dest danî ser sê şaredariyên HDPê yên Bakurê Kurdisanê.

Parêzgeriya Wanê ragihand, li ser fermana Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, Şaredarê Elbakê Erkan Acar û Şaredarê Bêgiriyê bi hinceta ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve li dijî wî lêpirsîna terorê hatiye destpêkirin, ji erkê şaredartiyê hatiye dûrxistin û li şûna wan qeymeqamê wan bajarokan wekî qeyûm hatine erkdarkirin.

Ji alîkî din ve qeyûmekî din jî bo Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî Qûbîna Batmanê hatiye danîn.

Şaredarê Bajarokê Awîskê Osman Karabulut ji ber ku bi tohmeta endamtiya PKKyê tê dadkirin, ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hate dûrxistin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê û heta niha hejmarek şaredarên HDPê ji kar hatine dûrxistin û di şûna wan de jî qeyum hatine danîn.

 

S. B