Kandemir: Tifaqa Kurdistanî dê serbikeve

Hevserokê şaxa Diyarbekrê yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP Garip Kandemir û Siyasetmedar Mûsa Kaval beşdarî bernameya Rojev a Kurdistan24 bûn...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê şaxa Diyarbekrê yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP Garip Kandemir û Siyasetmedar Mûsa Kaval beşdarî bernameya Rojev a Kurdistan24 bûn, liser hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxandinên xwe anîn ziman.

Garip Kandemir desnîşankir, ku tu pêwendiya şaredariyên DBP berî diyarkirina Qeyyûman ligel PKK û Qendîlê tunebûye. Kandemir got ku, bi dehan lêkolîn û dîvçûn liser xebatên şaredariyên bakur hatine kirin û karmedên dewletê nekarîne belgeyek pêwendiya şaredariyan ligel PKK û Qendîlê peyda bikin. Ev bêbextiyek hemberî şaredariyên HDP bû ye. Berovajî piştî destnîşankirina Qeyyûman pereyên şaredariyan bi awayên neyasayî hatine bikaranîn û deynên mezin ji şaredariyan re man e.

Liser Tifaqa Kurdistanî ya Partiyên Kurdistanî ligel HDP Kandemir anî ziman, ku evê yekê hestên germ ligel gelê Kurd peyda kiriye.Kelecanek mezin di raya giştî de peyda bûye, di qada bangeşeya hilbijartinan de li her derê ev kelecan xwe diyar dike.  Ev yek dê di encama hilbijartinan de jî, dê xwe diyar bike.

Ji aliyê xwe ve siyasetmedar Mûsa Kaval diyarkir: Kurdistan berî hebûna Tirkiye hebûye û ev pênase ya Hevpeymaniya desthilatî ya AK Partî û MHP tenê bangeşeyek hilbijartinan e û ne liser rastiyê tê gotin. Hebûna Kurdistanê di belgeyên dewleta Tirkiye û Osmaniyan de hene. Dewletên Rûsya, Ingilistan, Fransa gava Konsûlxaneyên xwe li Erzirûm, Diyarbekir, Wanê di dawiya salên 1800an de vekirî ev Konsûlxane bi navên – Konsûlxaneyên Kurdistanê binav kirin. Ev belge di qada cîhanî û di arşîvên Osmaniyan de hene. Rastiya Kurdistanê bi bangeşeya hilbijartina partiyê Tirk nayê berovajî kirin…