Rêveberiya Xweser lêveger di buhaya genim de kir

Piştî nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdisanê, Rêvebera Xweser buhaya kirîna genim ji 150 Lîre bo 160 Lîre bilind kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdisanê, Rêvebera Xweser buhaya kirîna genim ji 150 Lîre bo 160 Lîre bilind kir.

Berî hefteyekê Rêveberiya Xweser buhayên kirîna berhemên îsal ên ceh genim destnîşan kiribû, ku ji bo kirîna yek kilo genim 150 Lîre û ji bo yek kîlo ceh 100 Lîreyên Sûrî destnîşan kiribû, vê yekê nerazîbûn li cem cotkarên Rojavayê Kurdistanê peyda kiribû.

Piştî nerazîbûna cotkar û xelkê, duhî Rêveberiya Xweser buhaya kirîna yek kîlo genim kir 160 Lîre û buhayê kirîna ceh jî wek berê hîşt.

Ev nirxanidina buhaya ceh û genim ji aliyê Rêveberiya Xweser di demekê de ye, hikûmeta Sûrî buhayê kirîna yek kîlo genim 185 Lîre û yek kîlo ceh 135 Lîreyên Sûrî destnîşan kiriye.

Herwiha li gor biryara Rêveberiya Xweser, nabe cotkarên Rojavayê Kurdistanê berhemên xwe ji ceh û genim bifiroşin hikûmeta Sûriyê.

 

S. B