Lîndisî Giraham: Hêrşên Tirkiyê mifa bo Daişê heye
K24- Hewlêr
Lîndisî Giraham sînatorê Komarîyan di Kongirêsa Emerîkayê de, Ev hêrişa Tirkiyê li Rojavaya Kurdistanê encam dide, tenê mifa bo Daiş, Îran û Rûsyayê heye û dibe reşek bo Îsrayîlê.
Lîndisî Giraham di zincîre tiwîtekê de, helwêsta xwe derbarê rewşa rojavaya Kurdistanê ragehandibû û pêşwazî kir li dawîn axivtinên Tiramp, serokê Emerîkayê bo sepandina sizayan bi ser Tirkiyê re û karkin li gel kongirêsê bo evê yekê.
Dibêje jî, serok Tiramp: Serok Tiramp biryareke baş daye bo kakrkirinê li gel kongirêsê bo sepandina sizayan bi ser Tirkiyê re bi sedema hêriş û dagîrkarî û ew tawanên ceng yê li Suriyê encam dide.
Ew sînator behsa wê yekê jî dike, ku Tirkiye wek hevpeymaneke baş a NATOyê reftarê nake.
Derbarê sizayan jî, dûpat kir ku reşnivîsa sizayan li ser asta herdû partîyên komarî û demokrat piştîvanîya baş lê dikin.
Dibêje jî: Pêwîste rê bi wê yekê nedîn hêrişên Tirkiyê bibin sedema têkşandina hevpeymaneke behadar wek Kurd û nebe sedema serheldan Daişê.
I believe there is strong bipartisan support for such sanction’s and it is imperative that we do not allow Turkey’s aggression to lead to the destruction of a valuable ally – the Kurds - and the reemergence of ISIS.
— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) October 13, 2019