Îdlib û rojhilatê Firatê û devera aram rojeva Îtîlata Sûriyê bû

Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê civîneke li dar xist. Di civînê de mijarên krîtîk ên wekî; kêşeya Îdlib, rojhilatê çemê Firatê û devera aram hatin rojevê. Herwiha Îtilaf wê di nava du rojan de, ji bo damezrandina hikûmeta Sûriyê demkî ya nû jî navekî pêşniyar bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê civîneke li dar xist. Di civînê de mijarên krîtîk ên wekî; kêşeya Îdlib, rojhilatê çemê Firatê û devera aram hatin rojevê. Herwiha Îtilaf wê di nava du rojan de, ji bo damezrandina hikûmeta Sûriyê demkî ya nû jî navekî pêşniyar bike.

Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ya li Stenbolê bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe civîna asayî ya ku du mehan carekê pêk tînê bire serî. Di civîna Îtilafê de ji çareseriya siyasî ya Sûriyê, heta kêşeya Îdlib, rageşiya li ser Rojhilatê çemê Firatê û devera aram gelek mijar hatin axaftin. Di civîna Îtilafê de vê carê surprîzek jî pêk hat. Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê Abdulbasît Hemo bi cilên neteweyî yên Kurdî beşdarî di civînê de kir.

Hemo li ser mijara devera aram ragihand, wek Tirkiye dixwaze, bi tena serê xwe nikare çareyekê peyda bike, Amerîka jî destûrê nade vê yekê. Pêwîst e ji bo herêmê rêveberiyeke nû bê çêkirin û hemû pêkhate bi awayekî aştîyane di navê de cih bigirin.

Cîgirê Serokê Îtiafa Sûriyê Abdulbasît Hemo ji K24ê re got: "Ev çareserî divê rêveberiyek nû bê danîn. Hemû pêkhate divê karibin rola xwe tê de bînin. Îro heta digihê Baxoz û Dêrazor, herêm mezin e heta Tinif. Hemû pêkhateyên wê divê li gor şert û mercên aştiyê rêveberiyeke ku hemû kes xwe tê de bibîne herkesek li ser herêma xwe. Kurd li herêma xwe rêveberiyê bikin, Ereb li herêma xwe Tirkûmen û Asûrî, her yekê kes zilmê li yê din neke. Evana divê bi awayekî demokratîk û divê destûr û zagon û qanûn û bin serperiştî û siwana Neteweyên Yekgirtî de be bi taybet jî Amerîka û NATO ku ev rolan ya wan e di şerê DAÎŞê de."

Serokê Berê yê Îtilafa Sûriyê Hadî El-Bahra jî diyar kir, divê hemû pêkhateyên li Sûriyê çi Kurd û çi Ereb bi awayekî azad di nava prosesa çareseriya Sûriyê de cih bigirin. Hadî El-Bahra dibêje; ji bo kêmkirina rageşiya li Îdlibê jî, pêwîst e hindek gavên din bêne avêtin hebûna Tirkiyê baş e li wir, lê ji bo rawestandina şer ne bes e.

Hadî El-Bahra ji K24ê re wiha axivî: "Em di civînê de li ser rewşa Sûriyê rawestiyan. Mijara rojhilatê çemê Firatê û devera aram hindekî xeternak xuya dike. Ji bo danîna devera aram li rojhilatê çemê Firatê çi ji destê e hat em ê bikin. Lê belê çi Kurd çi Ereb em naxwazin zordetiyek li wan bê kirin. Hebûna Tirkiyê ya li Îdlibê baş e lê bes têrî nake divê, hindek gavên din bên avêtin ji bo rawestandina şer."

Civîna Îtilafa Sûriyê du rojan dom kir. Ev cîvîn her du mehan carekê li dar dikeve û hemû pêkhateyên wê di civînê de amade dibin. Ji bilî mijarên çareseriya giştî ya Sûriyê, kêşeya rojhilatê çemê Firatê û Îdlibê vê carê mijareke din ya giring, li ser damezrandina hikûmeta demkî ya Sûriyê jî di rojeva Îtilafê de bû. Li gor agahiyên îtilafê dane di nava du rojan de wê hikûmeteke nû bê damezrandin û ji bo serokê hikûmeta demkî jî, di şûna Jewad Abû Hatabê ku berî niha dest ji hikûmetê kişandibû, wê navekî din bê pêşniyarkirin.