HDP li ser daxistina tabelayên Kurdî pêşnîyazpirsek da Parlamenê

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê bêtehemulî û bişaftina li dijî zimanê Kurdî didomin. Şaredarîyên Bilîs û Tetwana ku di hilbijartinên dawî da ketin destê Ak Partîyê demekî berê tabelayên bi Kurdî k udi dema HDPê da hatibûn daliqandin rakirin.

K24-Ankara

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê bêtehemulî û bişaftina li dijî zimanê Kurdî didomin. Şaredarîyên Bilîs û Tetwana ku di hilbijartinên dawî da ketin destê Ak Partîyê demekî berê tabelayên bi Kurdî k udi dema HDPê da hatibûn daliqandin rakirin. HDP vê mijarê anî rojeva parlamena Tirkîyeyê û ji Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyeyê pirsa, "hûnê van tabelayên bi kurdî kengê daliqînin" kir. Serokê Komeleya ÎHDê jî dibêje, ev bêrêzîyeke mezin e, divê tabelayên bi Kurdî jinûve bên daliqandin û şaredarên van deveran ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.

Bertek û karvedanên li ser li şaredarîyên Bedlîs û Tetwanê daxistina tabelayên bi zimanê Kurdî didomin. Tabelayên bi zimanê Kurdî yên li şaredarîyên Bilîs û Tetwanê ku di dema rêveberîya qeyûman da jî nehatibûn daxistin, piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ku ev her du şaredarî ketin destê partîya desthilatdar Ak Partîyê hatin daxistin. Nîqaşa li ser tabelayên bi Kurdî ku hêj nehatine daliqandin kete rojeva parlamena Tirkîyeyê. HDP li ser daxistina tabelayên Kurdî, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû bibersivîne, pêşnîyazpirseke da serokatiya meclisê.

Gunay Kubilay-Berdevkê HDP'ê, got:" Me wek HDP, li ser bêtehemûliya li dijî zimanê Kurdî û daxistina tabelayên Kurdî da pêşnîyazpirsek pêşkeşî meclisê kir. Me ji Wezîrê navxweyî pirsî gelo wê kengê tabelaya Kurdî ya Şaredariya Bedlîs û Tetwanê bê daliqandin? Li aliyekî kesên peyva Kurdistanê bi kar tînin tên darizandin û cezakirin, li aliyê din jî ji bo propagandaya hilbijartinê AKP dibêje Kurdistan. Nakokîyên wan naqedin"

Mıjara daxistina tabelayên bi zimanê Kurdî di rojeva komeleyên mafênmirovan da ye jî. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan a ÎHDê Ozturk Turkdogan dibêje, ev yek li dijî gelê Kurd û zimanê Kurdî bêhurmetîyeke mezin e, divê şaredarên van deveran tabelayên Kurdî cardin daliqînin û ji gel lêborînê bixwazin.

Ozturk Turkdogan-Hevserokê Komeleya ÎHD'ê, got:"Di serî da divê rêveberîyên herêmî li hemberî ziman û nirxên gel bi rêz û hurmet bin. Daxistina tabelayên Kurdî bêhurmetîyeke mezin e. Jixwe tabelayên bi Kurdî li ser daxwaza gelê Bilîs û Tetwanê hatibû daliqandin. Tabelayên ku qeyûm danexistin, niha şaredarên hilbijartî dadixin. Li vir pirsgirêkeke pir mezin heye.

Piştî şerê xendeqan û hewla derbeya 15ê tîrmehmê li Tirkîye û bakur gelek komele, sazî, tv û rojnameyên ku bi Kurmancî û Zazakî kar û xebat dikirin hatibûn girtin. Heta şaredarîyên ku di destê HDPê da bûn bi rîya qeyûman hatibûn birêvebirin û piştî ku ew tabelayên Kurdî rakiribûn li ser bertek û nerazîbûnan ji neçarî careke din wan tabelayên bi Kurdî daliqandibûn.