Îsraîl hişyarî da Tirkiyê: Nabe jenosayida etnîkî were kirin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û hişyarî da Tirkiyê ku jenosayda etnîkî bi serê Kurdan neke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û hişyarî da Tirkiyê ku jenosayda etnîkî bi serê Kurdan neke.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Îsraîl bi tundî êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser bajarên Kurdî li Sûriyê şermezar dike û hişyariyê dide Tirkiye û hevpeymanên wê ku jenosayda etnîkî bi serê Kurdan neke.”

Herwiha Netanyahu di berdewamiya twita xwe de dibêje: “Îsraîl dê hemû kedên xwe bike, ta hevkariyên mirovî pêşkêşî gelê Kurd ê qehreman bike.”

Duhî Tirkiyê dest bi êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê kir û firokeyên şer yên F-16 û topxaneya Tirkiyê ji duhî ve dest bi bombebaran û topbarana gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê dike.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, artêşa Tirkiyê tenê duhî 181 xal li bakurê Sûriyê armanc kirine.

Peyamnêrên K24ê jî didin zanîn, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve hewl didin îro derbasî bajarokên Girê Sipî û Serê Kaniyê bibin û şer û pevçûn di navbera wan û HSDê berdewam e.

Êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê gelek karvedanên welatên cîhanê bi xwe re anîne û hejmareke zêde welatan Tirkiyê şemezar dikin û dixwazin şer rawestîne û rê û rêbazên aştiyane bikar bîne.

 

S. B