Serok Barzanî li gel şandekî bilinda Partiya Îslamiya Iraqê civiya

Roja çarşem 19.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel şandekî bilinda Partiya Îslamiya Iraqê civiya ku ji Dr Eyad Samerayî Sekreterê Giştî û Suheyb Elrawî û Reşîd Ezawî Cîgirên Sekreterê Giştî û Dr. Nesîr Elanî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Îslamiya Iraqê pêkhatibûn.

K24- Hewlêr

Li civînê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî û Elî Husên Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, di derbarê rewşa Iraq û navçeyê û guhertinên li nav proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha ronahî xistin li ser rewşa parêzgeha Nînowa û proseya avadankirina Musil û rewşa nîştecihên wê parêzgehê kirin.

Her li vê civînê de metirsiyên hizra tundrewiyê û serhildana terorîstên Da'îş guftûgo kirin û li vî derbarî de hemahengî û hişyariya hemû aliyek bi pêwîst hate zanîn.

Li beşekî dinê vê civînê de tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan û hevkarî û hemahengiya Parlemena li navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Îslamiya Iraqê kirin.