Mesrûr Barzanî tekezî li çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê kir

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmetê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmetê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê, pêşhat û aloziyên deverê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekezî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane li gor destûrê û guftûgoyên aşkere kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî careke din pîrozbahî li Mesrûr Barzanî û ji bilî xwastina hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di erkê nû de ragihand jî, hêvîdar im di dema bê de pêwendiyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêş ve biçin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser bilezkirina destpêkirina guftûgoyan bi armanca dîtina çareseriya bingehîn ji hemû pirsgirêkan re avakirina Iraqekê ku hemû pêkhate hest bi maf û erkê xwe bikin.  

 

 

S. B