Malbatên li Ege xeniqîn, xelkê Duzxurmatû bûn

Du malbatên Duzxurmatû ya Başûrê Kurdistanê ku piştî bûyerên 16'ê Cotmehê aware bûbûn, dema xwestin derbasî Ewropa bibin di nav ava Deryaya Egeyê de canê xwe jidest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Du malbatên Duzxurmatû ya Başûrê Kurdistanê ku piştî bûyerên 16'ê Cotmehê aware bûbûn, dema xwestin derbasî Ewropa bibin di nav ava Deryaya Egeyê de canê xwe jidest dan. ji du malbatan, 7 zarok û du dayikan canê xwe ji dest dan. Kesûkarên wan ku li Silêmanî dijîn dibêjin, jiber betlaneyê Konsulxane bersiva wan nadin û ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin bo ku termên zarokên xwe bînin Kurdistanê.

Li Derya Egeyê karesateke nû ya panebaran rû da. belema 13 kesên ku xwestin bi rêyên qaçax derbasî Yunanistanê bibin, binav bû. Di encamê de, endamên du malbatên Iraqî, 7 zarok û 2 jinan canê xwe jidest dan. 3 kes hatin rizgarkirin.

Careke din, rêwitiya ber bi hêviyê di nav ava deryayê de bidawî bû û dîsa qurbaniyên sereke zarok û jin in.

Belema du malbatên Kurdên başûrê Kurdistanê ji navçeya Duzxurmatû nêzîkî navçeya Kuşadasî ya Tirkiyê di nav derya Egeyê de, noqî avê bû. Ji du malbatan tenê du bav û zarokek rizgar bûn. 7 zarok û 2 jin di nav ava deryayê de canê xwe jidest dan.

Termên kesên canê xwe jidest dane, bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Kuşadasî ya Aydinê.

Hevjîn û 3 zarokên Huner Re'd, di bûyerê de canê xwe ji dest dan. Oner dibêje ew tenê karî kurê xwe yê 4 salî rizgar bike.

Huner Re'd - penaber, xelkê Xurmatû got:

"… Min ji wan yeleg xwest gotin nîne. Di destê yekê de çek hebû. Gotin eger siwar nebî emê te bikujin. Bi zorê em siwarê beleme kirin. Ji her malbatekê 3 hezar dolar girtin."

Rahed dibêje, ajokarê belemî piştî pêwendiyeke telofonî pê li gazê kiriye û piştre jî xwe ji belemê avêtiye. Di wê tevliheviyê de belem noqî avê bûye.

Ji malbata din jî tenê bav rizgar bûye, çar zarok û dayîk di avê de canê xwe jidest dane.

Di bûyerê de, welatiyekî Sûriyê ku rizgar bûye, bi tometa qaçaxiya mirovan hate binçavkirin.

Beriya çend rojan jî, nêzîkî Girava Qibrisê belema penaberan noqî avê bibû û 19 kesan canê xwe jidest dabûn.

 

 

C.B