Îro 58 sal di ser şewata Sînema Amûdê re derbas bûn

Bêtirî 280 zarokên Kurd di wî agirî de şewitîn û tevahiya wan şagirtên xwendingehên destpêkî bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tevî derbasbûna 58 salan di ser şewata Sînema Şehrezad re li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ku di encamê de bêtirî 280 zarokên Kurd di wî agirî de şewitîn û tevahiya wan şagirtên xwendingehên destpêkî bûn, hîn jî birîna welatiyên Amûdê nehatiye derman kirin, ji ber ku heya niha jî kesî nas nekiriye çawa ew agir pêket û çawa ew hejmara zêde ji zarokên Kurdan şewitîn.

Zarokên ji wê şewatê rizgar bûn, niha temenên wan nêzîkî 70 salî ye, heya niha jî wan ew karesat jibîr nekiriye, wê demê ji şagirtên xwendingehên destpêkî hat xwestin ku bên Sînemê û nîv Lîreya Sûrî bi xwe re bînin, daku ew pereyên bên komkirin, wek alîkarî ji şoreşa Cezairê re bê şandin û gef hatibûn kirin, ku çi şagirtê nîv Lîreyê neyne û li Sînemê amade nebe, wê ji xwendingehê bê dûrxistin.

Welatiyê Amûdê Hesen Himêdî, ku yek ji rizgarbûyan bû, ji Kurdistan24ê re got: Wê demê em bi Cezairiyan re û hemû azadîxwazan re dilsoz bûn, ne wek wan ku niha hemû dijatiya mafên rewa yên Kurdan dikin. Me got emê herin him emê alîkariyê bidin û him jî emê herin Sînemê. Hestekî xweş li cem me hebû.

Hesen wê demê 9 salî bû, bi kêf û xweşî derbasî hola sînemê bû û tevî ku rêvebirê sînemê hişyarî da, ku mekîneya gerandina filim germ bûye, lê di bin zora biryara berpirsên ewlehiyê de li Amûdê, pêşandana filim berdewam kir.

Ji germbûna mekîneyê agir bi sînemê ket û ji ber ku ban û kursî û qata jor ji daran bû, agir zû li nav hola sînemê belav bû.

Zarokên nazik bûn êzingên agir, hinek şewitîn û hinek bi dûmanê xeniqîn û hijmarek ji zarokan dema xwe di pencereya sînemê re avêtin, ketin bîrê de û binav bûn.

Di hindirê sînemê de, dukanek hebû, Hesen û hin zarokên din ji ber agir reviyan û ketin dikanê de, lê deriyê dikanê jî di hindirê sînemê de bû û ti pencereyek wê ji aliyê derve de tine bû, li ser wê yekê Hesen got: Em di dikanê de mabûn, hineka ji xelkê Amûdê re gotin, ku hin zarok di dikanê de mane û divê bên derxistin. Zilaman bi qazman dîwarê dikanê qul kirin û weke pencereyekê têde vekirin û em derxistin.

 

Wêneyê Mihemed Seîd Axayê Deqorî ku li hewşa Sînema Amûdê hatiye danîn
Wêneyê Mihemed Seîd Axayê Deqorî ku li hewşa Sînema Amûdê hatiye danîn

Dema welatiyên Amûdê bihîstin ku agir bi sînemê ketiye û dûman bilind bû, bilez zilaman berê xwe dan sînemê, di nav wan de Mihemed Seîd Axayê Deqorî jî gihişt cem sînemê. Dîdevanan behsa wê yekê kirin ku Dergevanê Sînemê yan nikarîbû yan nedixwest derî veke û ji Mihemedê Seîd Axa re gotibû, zarokên te ne di sînemê de ne, nabe tu derbas bibe, lê Mihemedê Seîd Axa bersiva wî da û got: Hemû zarokên di sînemê de, zarokên min in û piştre derî bi zorê vekir û derbasî nav wî agirî bû, dîdevanan tekez kirin, ku Mihemedê Seîd Axa heft caran derbasî sînemê bû û her carê du zarok dixit bin çengê xwe de û 12 zarok rizgar kir, lê cara heftan berî ku derkeve, hesinê ku di bin banê sînemê de bû, bi ser wî de ket û ew jî di nav zarokên Amûdê de şehîd bû.

Birîna welatiyên Amûdê ji wê demê ve, vekirî ma ye, bi taybet piştî ku yekem salvegera wê karesatê hat, rêjîma wê demê ya Sûryê, nehişt xelkên Amûdê bîranîna şewata zarokên xwe vejînin, vê yekê hişt ku gumanên wan bibin bawerî, ku ew agir ne suriştî bû, lê destên veşartî li pişt hebûn.      بس بدي منكلة

N.O