Yekîtîya Ewropayê: Heya êrîşên Suriyê li ser sivîlan berdewam bin siza jî li dê berdewam bin

Berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewropayê ragehand, heya êrîşên rijîma Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê berdewam bin; sizayên wan jî li ser wî welatî her dê berdewam bin.

K24- Hewlêr

Berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewropayê ragehand, heya êrîşên rijîma Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê berdewam bin; sizayên wan jî  li ser wî welatî her dê berdewam bin.

Cozîb Borîl, berpirsê sîyaseta derve yê Yekîtîya Ewropayê ragehand, careke din agirbest hate binpêkirin û destipêkirina operasyonan li bakurê rojavayê Sûriyê ji alyê rjîma Sûriyê û hevalbendên wê ve nahên qebûlikirin. Daxwaz jî kir ku ew êrîşên hanê bi zûtirîn dem bihên rawestin.

Hişyarî jî da hikumeta Sûriyê û got, heya êrîşên wê li ser sivîlan berdewam bin sizayên Yekîtîya Ewropayê jî li ser Sûriyê dê berdewam bin.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku lêdanên artêşa Sûriyê û hevalbendên wê bûyîne sedema koçberbûna bêtir ji 350 hezar kesên.