Dû cotkarên Kurd li Xaneqîn hatin revandin
K24- Germîyan
Şeva burî, li sinûrê nahye ya Qeretepe, ser bi bajarokê Xaneqîn li parêzgeha Dîyala dû hevwelatî bi navên Hesen Walî û Celîl Baban hatin revandin.
Ev dû hevwelatî xelkê bajarokê nahye ya Rizgarî ne, ser bi bajarokê Kelar û xelkê gundê Narîn a ser bi Qeretepe ne.
Çavkanîyekî ji asayîşa Germîyan bi Kurdistan 24 re ragehand: Ev dû hevwelatî li nêzîk gundê xwe, gundê Narîn, mijûlî zevî kêlan bûne û hatîne revandin û Tiraktorên wan vemaye li wê zevîyê û ew bi xwe dîyar nemane.
Ev dedera hanê ku ev herdû hevwelatîyên jê hatîne revandin, li jêr desthelata Heşda Şeibî û polîsên Îraqê ye, lê nahêt zanîn ka kê ev dû hevwelatî ye revandîne.