Amerikayê sizayên nû biser Îranê de sepandin

Wezareta Gencîneya Amerîkayê sizayên nû biser Îranê sepand. Tekez dike, ku dê di paşerojê de sizayên din, biser wî welatî disepîn in...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Gencîneya Amerîkayê sizayên nû biser Îranê sepand. Tekez dike, ku dê di paşerojê de sizayên din, biser wî welatî disepîn in

Di beyanameyekê de, Wezareta Gencîneya Amerîkayê ragehand, hejmarek sizayên nû biser Îranê û hejmarek ji berpirs û kompaniya ên wî welatî amade kirin e, ku beşek ji wan tên cîbicîkirin, û beşek din jî, di paşerojê de tên bicî kirin.

Wezaretê ragehandiye jî, siza biser 2 kes û 6 kompaniyên taybet bi kompaniya niştîmanî a nefta Îranê hatine sepandin.

Gotiye jî, siza berdewam dibin û di paşerojê de, zincîrek sizayên din biser Tehranê de disepîn in.

 

 

 

C.B