Tirkiye: 1112 kes be tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatin desteser kirin

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê da zanîn Navend Enqere û li 76 bajarên Tirkiyê li dijî rêxistina Fethullah Gulen operasyonek hate destpê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Paytext Enqerê û 76 bajarên din operasyonek mezin li dijî rêxistina Gulen hate destpê kirin: Di encamên destpêkê de biryara girtina 1112 kesan hate derxistin.

Serdozgerîya Komarê ya Enqerê da zanîn Navend Enqere û  li 76 bajarên Tirkiyê li dijî rêxistina Fethullah Gulen operasyonek hate destpê kirin.

Hate ragihandin biryara girtin û binçavkirina 1112 kesan hatiye derxistin, ku piranî fermanber û hêzên ewlekariyê ne.

Operasyon îro demjimêrên spêdê zû hate destpê kirin.

Wezirê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu beri du rojan bi daxûyaniyekê dabû zanîn: Ew dê li dijî rêxistina Gûlen, operasyonek berfireh bidin destpê kirin.

 

C.B