Mihemed Îhsan: Kurdên Êzidî li ser navê heman tawanbarî 74 car in rastî komkujiyê tên

Bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û aliyên navdewletî duhî dest bi vekirina gorên bikomî yên qurbaniyên destê DAIŞê li gundê Koco li qezaya Şingalê hat kirin û hewla naskirina nasnameyên qurbaniyan hat dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û aliyên navdewletî duhî dest bi vekirina gorên bikomî yên qurbaniyên destê DAIŞê li gundê Koco li qezaya Şingalê hat kirin û hewla naskirina nasnameyên qurbaniyan hat dan.

Li ser vê babetê, lêkolîner û şarezayê Navneteweyî di warê Jenosaydê de Dr. Mihemed Îhsan li ser vekirina gorên bikomî yên Şingalê beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û ragihand, vekirina gorên bikomî qonaxeke gelekî girîng e ji bo jenosaydnasîna miletekî ye, ji ber ku ew dibin delîlên cînaî yên kuştinê.

Mihemed Îhsan got jî: Proseya nasandina jenosayda Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve û gorên bikomî yên rêjîma Beis a Iraqê proseyeke dirêj e û pêwîstiya wê bi karekî cidî ji aliyê Iraq, Herêma Kurdistanê û navdewletî ve heye, ji bo bikaranîna van delîlan ji bo dadgehkirina tawanbaran û qerebûkirina gelê bûye qurbanî. Lê qerbûkirina herî girîng ji wî gelî re ew e, ku ev tawana bi mafê wan hatiye kirin wek jenosayd bê naskirin û rêgiriyek e ji bo ev kar careke dubare nebe.

Diyar kir, ji bo nasandina jenosaydkirina Kurdên Êzidî gavên baş hatine avêtin û hikûmeta Îngilîzî destpêşxerê vî karî ye ji bo biryarek ji Netewên Yekgirtî derbarê vê pirsê de derkeve û nûnerekî xwe ji bo lêkolînê dane jib o li ser asta navdewletî bê nasîn.

Herwiha amaje bi kêmxemiya hikûmeta Iraqê di vê pirsê de kir û got, qerebûkirin qurbaniyan jî divê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve yan ji aliyê Netewên Yekgirtî be, lê hikûmeta Iraqê di vî warî de kêmxem e û sedemên kêmxemiyê jî ji ber sedemên nebûna derfetan, sedemên aborî, neşarazetî û hin rêgirên yasayî ne. Ji ber wê divê Netewên Yekgirtî bi vî karî rabe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdariyeke cidî tê de bike.

Li ser danesaîna her jenosaydekê got jî, ji bo nasandina jenosaydê hin fakter ji aliyê yasayî ve pêwîst in, wek hebûna tawanbar, grûpa bûye qurbanî û armancê kirina jenosaydê çi ne. Hejmara qurbaniyan ne gelekî girîng e. Di jenosaydbûn Kurdên Êzidî de 2 sedemên sereke hene, yek ji ber ku Kurd in û sedema din jî ji ber ku Êzidî ne.

Herwiha Dr. Mihemed Îhsan got: Kurdên Êzidî ne cara yekem e tawan bi serê wan de tê kirin, li ser destê heman tawanbarî û li heman navçeyê, ev cara 74em e li ser navê Îslamê û li heman navçê tên rastî komkujiyê dibin.  

 

 

S. B