Xemaney: Amerika dixwaze şerê navxweyî li Îranê derxe

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xemaney diyarkir ku, Armanca Amerika di salên pêş de derxistina şerê navxweyî li Îranê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xemaney diyarkir ku, Armanca Amerika di salên pêş de derxistina şerê navxweyî li Îranê ye.

Xemaney di telewizyona fermî ya Komara Islamî de daxûyaniyek arasteyî malbatên serbazên jiyana xwe di şerê Îran-Iraqê de û li Suriye dest dayî, kir û ragihand ku: “Her kes divê amade be, Amerika dibe ku di sala 2019an de planek şerê navxweyî li Komara Islamî kiribe”.

Xemaney herweha diyarkir: “Di 2 salên dawî de Amerika fişarên xwe liser Îranê zêde kirin e. Bi dorpêçên aborî û pirsgîrekên ewleyî ji Îranê re, dixwaze rê ji şerek navxweyî re veke”.

Rêberê Olî yê Îranê destnîşankir ku, Desthilata Amerika got: “rejîma Îranê dê 40 saliya damezrandina xwe dê nikaribe pîroz bike Ev havîn ji Îranê re dê germ derbas bibe”. Bi van daxûyaniyan Amerika eşkere tîne ziman ku, amadeyiyên şerek navxweyî li Îranê dikin. Em jî divê amade bin”.

 

 

C.B