Hikûmetê budce bo nûjenkirina riyên parêzgehên Herêmê terxan kir

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceya nûjenkirina rê û pireyên di navbera her çar parêzgehên Herêmê de terxan kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê budceya nûjenkirina rê û pireyên di navbera her çar parêzgehên Herêmê de terxan kir.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 33 milyar û 876 milyon Dînar ji bo nûjenkirina rê û pireyên di navbera her çar parêzgehên Herêmê û her du îdareyên Raperîn û Germiyanê de hatin terxankirin.

Da zanîn jî, pêş hatina werzê Zivistanê û di heyama 2 meh û nîvan de projeya nûjenkirina rê û pireyan bê cibicîkirin.

 

S. B