Tirkiye: Hikûmeta Suriyeyê bi êrîşên xwe bo ser Îdlibê rêkeftina Soçiyê binpê dike

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Hikûmeta Suriyeyê bi êrîşên xwe yên dijî Îdlibê rêkeftina Soçiyê binpê dike.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Hikûmeta Suriyeyê bi êrîşên xwe yên dijî Îdlibê rêkeftina Soçiyê binpê dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu di twîtira xwe de ragihand ku ew di derbarê avakirina Desteya Yasaya Bingehîn a Suriyeyê de nêzikê rêkeftinê ne. Lê êrîşên Hikûmeta Suriyeyê yên dijî Îdlibê rêkeftina Soçiyê û pêvajoya Astanayê binpê dike.

Di 17ê Îlona sala 2018an de navbera Tirkiye û Rusyayê de rêkeftina Soçiyê hatibû îmzekirin û rêkeftin rê girtibû li ber operasyoneke leşkerî li dijî Îdlibê.