Girê Sipî..Bombek bi çekdarên ser bi Tirkiyê ve teqîya

Ji encama teqîna bombeke çandî bi otombêleke çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 çekdar ji wan hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

K24- Hewlêr

Ji encama teqîna bombeke çandî bi otombêleke çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 çekdar ji wan hatin kuştin û hejmarek  jî birîndar bûn.

Riwangeha Sûriya ya Mafê Mirov ragehand, li ser rêya di navbera gundê Lubîde û Kifîfe li gundewarê Girê Sipî bombeke vedayî bi otombêleka girûpa lîwa Sultan Osman ya ser bi Tirkiyê ve teqîya. Di encam de dû çekdarên wê girûpê hatin kuştin û hejmareke din jî  bi granî birîndar bûn.

 Riwangehê amaje kirîye, ku ji destpêka operasyona Tirkiyê bo ser rojava ya Kurdistanê heya niha nêzîkî 400 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatîne kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.