MSD: Vekişîna Rûsya ji Til Rifatê metirsiyê dixe ser koçberên Efrînê

Ligel agahiyên vekişîna hêzên Rûsiyayê ji bajarokê Til Rifetê li bakurê Helebê, hin siyasetmedarên Kurd di wê metirsiyê de ne ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve bajêr kontrol bikin û derbiderên Efrînê rastî tundiyê bên, hin din jî pêkanîna şerekî nû dûr dibînin û dibînin, heye hevdîtina Serokên Rûsiya û Tirkiyê destpêka aramiyê be.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ligel agahiyên vekişîna hêzên Rûsiyayê ji bajarokê Til Rifetê li bakurê Helebê, hin siyasetmedarên Kurd di wê metirsiyê de ne ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve bajêr kontrol bikin û derbiderên Efrînê rastî tundiyê bên, hin din jî pêkanîna şerekî nû dûr dibînin û dibînin, heye hevdîtina Serokên Rûsiya û Tirkiyê destpêka aramiyê be.

Piştî civîneke dualî di nav bera Serokê Rûsiya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, hêzên leşkerî yê Rûsiyayê ji derdora bajarokê Til Rifetê xwe kişandin. Di demekê de çekdarên opozisyona Sûriyê xwe amade dikin ku bajêr kontrol bikin. Bi awayekî fermî artêşa Rûsiyayê li Sûriyê kişandina xwe neragihandiye. Kontrolkirina çekdarên opozisyonê ji bajêr re jî jiyana hezarên koçberên Efrînê ku li wê deverê bicî dibin dixe metirsiyê de. Berpirsên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) eşkere dikin, rêkeftinên di navbera Tirkiyê û Rûsiyayê de, ne di berjewendiyên gelê Sûriyê de ye û dê bandorê li herêmên rojhilatê Feratê jî bike.

Berdevkê MSDê Emced Osman ji K24ê re got: “ Hevdîtinên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de û tiştên ji wan derdikevin cihê metirsiyê ne û bi taybet li ser devera Şehbayê, ka Rûsyayê dê li bimîne, yan nemîne. Di baweriya me de dê bo cara duyemîn karesateke mirovî bi serê xelkê Efrînê de bê. Em bi hêvî ne ku rêkeftinên nevdewletî berî her tiştî rewşa mirovî li ber çavan bigire.”

Bajarokê Til Rifet yek ji xalên sitratîjîk e ku Tirkiyê dixwaze dest deyne ser, nemaze ji bo girêdana bajarê Dîlokê bi bajarê Helebê re. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin jî ku hevdîtina dualî tenê di çarçova parvekirina herêman de ye û ev yek pêkanîna şerekî nû dûr dixe û tekez dikin ku lihevkirina hêzên xwedî bandor di Sûriyê de yek ji nîşanên ku çareseriya siyasî di Sûriyê de dê birêve here.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Şepêla Pêşeroj Riyad Ehmed dibêje: “Ew bêhtir dixwazin aramiyekê çê bikin, lê em bibêjin Astana îro wek Cenêvê sengerên xwe xurtir bikin û di guftûgoyan de gotinên xwe bêhtir bicih bînin, lê heger em bibêjin sibe pevçûnek çê bibe, dê ji bo ji van kesên tund xilas bibin û ez dibînim nêzîk ne dûr dê aramiyek çê bibe.”

Tevî tu jêderên fermî yên Rûsî kişandina hêzên Rûsiyayê ji hin deverên Şehbayê piştrast nekiriye û bi jinûvebelavkirinê binav dikin, lê hin aliyên siyasî di wê metirsiyê de ne ku xelkên Efrînê careke din baceya van lihevhatinan bidin, di demekê de hin din dibînin ku civaka navdewletî dê derfetê nede şerekî nû çê bibe, nemaze ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ta nuha di herêmê de ne.