Çavuşoglu: Eger Amerika li dijî Tirkiyê dest bi dorpêça aborî bike, ew dê bersivek dijber bidin

Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê got: Eger Amerika li dijî Tirkiyê dest bi dorpêça aborî bike, ew dê bersivek dijber bidin.

K24- Hewlêr

Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê got: Eger Amerika li dijî Tirkiyê dest bi dorpêça aborî bike, ew dê bersivek dijber bidin.

Çavuşoglu dibêje: Ew ligel Amerika, dixwazin bi rêyên diplomasiyê ve arîşeyan çareser bikin. Lê, ger Amerika bi rêyên gefan, bi ser wan de were, ew jî, dê li dijî Amerika kartên xwe bikar bîn in.

Mevlud Çavuşoglu da zanîn: Amerika bi armanca gotûbejkirina çend pêşniyaran, di derbarê herêmên ewle de, hatiye Tirkiyê. Ji xwe Operasyona leşkerî, li ser Rojavayê Firatê, bi daxwaza Trump, Pompeo û hin hevalên wan hatiye sekinandin.

Mevlud Cavusoglu got: Ew Heta dawîya vê hefteyê, dê li gel Amerika gotûbêjan bikin, ger çi encam ligor daxwazên wan dernekeve, planên wan ên leşkerî, ji xwe amade ne.