Senat a Amerika bang li Trump kir: Dorpêçan liser Tirkiye bisepîne!

Senatoya Amerîkayê, ji ber kirîna S-400an bang li Trump dike, gavek zûtir hember Tirkiyê biryarên dorpêçiyê cîbicî bike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatoya Amerîkayê, ji ber kirîna S-400an bang li Trump dike, gavek zûtir hember Tirkiyê biryarên dorpêçiyê cîbicî bike û da zanîn, Serokomariya Tirkiyê aborî û ewlekariya welatê xwe xistiye metirsiyê.

Komîteya Hêzên Çekdar û Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê li ser twîtterê da xuyakirin, ew ji Serok Trump dixwazin, di çarçoveya yasayê de, dorpêçên pêwîst bi awayeke berfireh cîbicî bike û bang li Wezareta Berevaniyê jî dikin, ku Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derxin.

Da xuyakirin, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji bo berdawamiya pêwendiyên stratejîk gelek pêşniyarên girîng ên Amerîkayê ret kirin e, ku asîmanên xwe bi  firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot biparêze.

Da zanîn, bi kirîna sîstemên S-400an, Erdogan hevaltiyeke metirsîdar bi Putîn re dike û aborî û ewlekariya welatê xwe û yekîtiya NATOyê xistiye xeterê.

 

 

C.B