NY rola Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de bilind dinirxîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Lêkolînên di Tewanên DAIŞê de Kerîm Esed Ehmedxan re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19.06.2019ê li gel Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) yê Lêkolînên di Tewanên DAIŞê de Kerîm Esed Ehmedxan re civiya û rol û qurbanî dana herêma Kurdistanê di tekoşîn û têkşikandina terorê û parastina pêkhateyên cuda û hewandina wan bilind nirxand.

Hevdîtinê de Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê derbarê karên xwe yên kom kirina belgeyan li gor pêwerên navnetewî û pêdeçûna ser dosyaya tewanên DAIŞê kurteyek pêşkeş kir û ragehand, piştevaniya yasayî bo karên wan û cureya tewanên pêkhatine li Iraqê dervey yasayên terorê, yasayên tewanên şer û jenosoidê bêhtir ne tişteke. Herwaha di dema vekirina gorên komî û vedana wan goran de hemahengiya li gel her du hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê û dîtina tewanbaran û misoger kirina dadgeh kirina wan de jî behsa giringiya hemahengiya saziyên peyvendîdar ên Hewlêrê û Bexdayê kir.  

Li hember vê yekê jî Serokê Herêma Kurdistanê jî destxweşî li karê tîma wan, amadebûn û pêbendbûna herêma Kurdistanê bo piştevanî û karê hevbeş li gel tîma NYê û hikûmeta Iraqê bo bidestanîna dadperwerî di vê dosyayê de teqez kir. Herwaha kurteyek derbarê qurbanî dana Herêma Kurdistanê ya di tekoşîna li dijî DAIŞê de pêşkeş kir û diyar kir pêbendbûna Herêma Kurdistanê bi prensîp û bingehên pêkvejiyan û parastina pêkhateyan kir.

 

S. B