Egera hilbijartinek pêshwext û encamên kompanyayên rapirsiyan

Li Tirkiyeyê partiyên siyasî xebatên xwe zêde dikin. Ligel ku partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê CHPê dê di 28 û 29ê Adarê de kongreya xwe ya asayî li dar bixe Partiya Demokratîk A Gelan HDP jî 23ê Sibatê de diçe kongreye.

K24- Enqere

Li Tirkiyeyê partiyên siyasî xebatên xwe zêde dikin. Ligel ku partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê CHPê dê di 28 û 29ê Adarê de kongreya xwe ya asayî li dar bixe Partiya Demokratîk A Gelan HDP jî 23ê Sibatê de diçe kongreye. Tevî van rojevên egera hilbijartineke pêşwext jî di rojevê de cîh digre. Kompanyayên rapirsiyan jî encamên xwe derbarê dengdêrên Tirkiyeyê de radigihînin. Kompanyaya rapirsiya Optîmarê dibêje li gorî sala 2017an û piştî ku CHPê li Stenbol û Enqereyê şaredarî bi dest xistin bo partiyên nû eleqe kêm buye. Ji aliyekî din ve serokê Optîmarê Hilmî Daşdemîr amaje dike ger îro hilbijartinek li Tirkiyeyê pêk be, dê Kurd, Ciwan û Aboriya encaman diyar bike

Hîlmî Daşdemîr (serokê kompanyaya Rapirsiyê ya OPTÎMARê) dibêje: "Rêjeya kesên ku partiyeke nû dixwestin 34.5 bu di Sibata 2019an de û piştî hilbijartinan me dîsa rapirsî kir, 7.7 derket. Bi guherîna şaredariyan piştî hilbijartinên herêmî, taybetî li Enqerê û Stenbolê ku ew şaredarî CHPê bi dest xistin, ew pêwîstiya bi opozîsyonêkê hinekî ji holê rakir. Li gorî rapirsiya me ya Kanuna 2019an jî rêjeya pêwîstiya bi partiyek nû di asta 14.9an de ye. Ger îro hilbijartinek çêbibe jî di van hilbijartinan de teqez Kurd, Ciwan û Aborî dê di diyarkirina encaman de roleke sereke bileyzin."

Li kolanên Enqerê jî welatî amaje dikin di egera hilbijartineke pêşwext de dê rewşa wan diyarker be ku dikarin debara xwe bikin yan na? Ji aliyekî din ve Welatî dibêjin ger partiyên nû jî werin damezrandin dê tiştek neyê guhertin.

Umut (welatî) got: " Dê pereyên bêrîka me di dengdayîna me de diyarker be. Ezê bi rabirduyê re bidim ber hev û ezê binêrim ma em baştir in an xiraptir in. Mutbexa mirovan û bê dikarin xwe têr bikin yan na diyarkere di dengdayîna hilbijartinekê de."

Alî (Welatî) got: "Niha partiyek nû werê dê çi be guhertin û neyê dê çi werê guhertin. dê tu cudahiya wan jî ji yên heyî tune be."

Herwiha kompanyaya rapirsiyê MetroPOLL jî encamên rapirsiya xwe ya meha Kanûna 2019an ragihand û di pirsa ger îro 19ê Çileyê hilbijartinek pêşwext çêbibe dê hûnê deng bidin kîjan partiye? Kir. Li gorî encamên vê rapirsiyê jî niha di egera hilbijartinek pêşwext de tenê partiya desthilat Ak Partî bi rêjeya ji sedî 41, Partiya opozîsyonê CHP bi 24.8an û HDP jî bi rêjeya 11an benda hilbijartinê derbas dikin.