Mezlûm Ebdî: Pêwîst e ENKS û TEVDEM nakokiyên xwe bidin aliyekî
K24 – Navenda Nûçeyan
Liser yekîtiya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê , Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, pêwîst e ENKS û TEVDEM û hemu partiyên din, nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Jiber ku niha dem dema yekîtiyê ye.
Piştî êrîşa Tirkiye, ligel grûbên çekdar ên bi ser xwe ve, di raya giştî ya Kurd de, daxwaza yekgirtin û nêzîkahiya aliyên siyasî yên Kurdî, bi awayek berfereh hatiye rojeva raya giştî ya Kurdistanî.
Ev bang a Fermandarê Giştî yê HSD, di demekê de tê, ku rêkeftin ên Tirkiye ligel Rûsya û Amerika pêkhatin e û biser vê yekê de jî, Serokomarê Tirkiye gefên êrîşek nû liser rojavayê Kurdistanê dixwe, ger prose ligor dilê wan nemeşe.
C.B