Aliyên siyasî û civakî: Bila Heskîf di bin avê de nemîne

Ji bo rawestandina çêkirina bendavê hin aliyên siyasî û civakî yên Kurd li Stenbolê li hev civiyan û bang li rayedaran kirin da ku navçeya qedîm di bin avê de nemîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Navçeya Heskîf a Êliha Bakurê Kurdistanê ku dîroka wê digihîje 12 hezar salî ji ber çêkirina bendavekê dê di bin avê de bimîne ku tê de gelek berhemên dîrokî hene. Ji bo rawestandina çêkirina bendavê hin aliyên siyasî û civakî yên Kurd li Stenbolê li hev civiyan û bang li rayedaran kirin da ku navçeya qedîm di bin avê de nemîne.

Komek aktîvîst û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga rawestandina avakirina bendava Ilisû ya ku li navçeya Heskîfa Êlîha Bakurê Kurdistanê kirin da ku navçeya Kurd a ku 12 hezar salî dîroka wê heye di bin avê de nemîne.

Parlamenterê Êlih ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî got: “Me li parlamentoyê jî behsa girîngiya navçeya xwe ya dîrokî Heskîf kir li dijî politikaya tarûmarkirina Heskîfa delal em ê li her derê dengê xwe bilind bikin çimkî me sond xwariye ku em ê cihên qedîm û dîrokî biparêzin.”

Ji ber avakirina bendavê bi hezaran xanî, şikeft, cîh û warên dîrokî dê bin avê de bimîne, hikûmet dûrî navenda Heskîfê bi sedan xanî ava kiriye da ku nitecîhên navçeyê mexdûr nebe lê belê daxwaza raya giştî û hin aliyên siyasî parastina şûnûwarê dîrokî ya Heskîfê ye.

Hevserokê HDP Sezaî Temellî jî got: “Çi mecala vî welatî tune ye ku Heskîfê tarumar bike. Lê pêdiviya mitehîdan bi çêkirina bendavan heye. Ji bo mitehidên xwe dewlemend bikin dîroka me talan dikin. Lê em ê her ber xwe bidin û bila her kesxwedî li Heskîfê derkeve.”

Li gor daxuyaniya karûbarên avê yê dewletê ji bo Bendava Ilisu 8 milyar û 500 milyon lireyê Tirk pere hatiye xerckirin û tesîrek baş bide ser kiştûkala herêmê. Yên li dijî bendavê ne jî di wê bîr û baweriyê de ne navçeya qedîm ku bo bi dehan şaristaniyan re mazûbantî kiriye û tê de berhemên dîrokî hene bo bendavek tê qûrbankirin.