Erdogan operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan operasyona Tirkiyê ya leşkerî ya bi navê “Kaniya Aştiyê” li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Serokomarê Tirkiye Erdogan bi twittekê ragihand “Hêzên me yên çekdar, bi hevahengî ligel Artêşa Millî ya Sûriye li bakurê Sûriye, hemberî rêxistinên terorê PKK-YPG û DAIŞ Operasyona Kaniya Aştiyê destpê kir”. Erdogan herweha dibêje: “Armanca me, têkbirina koridora terorê û anîn a aştî û aramiyê bo navçeyê ye”.

Peyamnêrê K24ê li Serê Kaniyê ragihand, firokeyên Tirkiyê li esmanê Serê Kaniyê difirin û dengê teqînan li nêzîkî Serê Kaniyê tên bihîstin.

Peyamnêrê me li nêzîkî Girê Sipî da zanîn, firokeyên Tirkiyê 5 xal li Girê Sipî bombebaran kirin. 

Da zanîn, firokeyên Tirkiyê ên F-16 derdora Serê Kaniyê bombebaran dike.

Li hember egera destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê, îro Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand û daxwaz ji hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê kir, bergîrî û rûbirûbûna operasyona Tirkiyê bibin.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser, îro bi çend daxuyaniyên cuda bang li Amerîka û civaka navdewletî kiribûn, ku rê li ber êrîşa Tirkiyê bigirin.

 

.