Tirkiye daxwaz ji Rûsyayê dike êrîşa li ser Idlibê rawestîne

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi riya Telefonê ji Rusya xwast, êrişên rêjîma Sûriyê li ser Idlibê rawestînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi riya Telefonê ji Rusya xwast, êrişên rêjîma Sûriyê li ser Idlibê rawestînin.

Li gorî medyaya Tirkiyê Akar bi telefonê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Shoygu re axifîye û jê xwastiye ku êrişên li ser Idlibê rawestînin û kontrola rewşa herêmê bikin.

Akar ji Wezîrê Berevaniyê yê Rûsya re gotîye: Şer û êriş dê tedbîrên ewlekariyê bêhtir têk bibe û rê li ber aramiyê bigire.

Ji 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê û firokeyên Rûsyayê êrîşên xwe li ser parêzgeha Hema û Idlibê tund kirine û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û zêdetir ji 150 hezar kesî derbider bûne.

Ev yek di demekê de, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan di pêwendiyeke telefonî de dawî pêşhatên li Idlibê gengeş kiribûn.

 

S. B