Di 7 mehan de 1500 koçber di deryê de mirin

Mirina koçberên ku di ser deryayê re bi qaçaxî li ser belemekê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê her ku diçe zêdetir dibe. Li gor amarên fermî ya dawî hat ragihandin di nav 7 mehên dawî de hezar û 500 koçber canê xwe ji dest dane. Lê lêkolîner amaje dikin kesên winda bûne û aqibeta wan nayê zanîn jî hene, ligel wan hejmar ji ya heyî zêdetir e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Mirina koçberên ku di ser deryayê re bi qaçaxî li ser belemekê hewl didin xwe bigihînin Ewropayê her ku diçe zêdetir dibe. Li gor amarên fermî ya dawî hat ragihandin di nav 7 mehên dawî de hezar û 500 koçber canê xwe ji dest dane. Lê lêkolîner amaje dikin kesên winda bûne û aqibeta wan nayê zanîn jî hene, ligel wan hejmar ji ya heyî zêdetir e.

Deryaya Spî ango Deryaya Naverast ji bo bi hezaran koçberan bû goristan. Li gor zanyariyên dawî yên Frontex a saziya parastina sînorên Ewropa ye ku navenda wê li Varşovayê ye di nav 7 mehên dawî de li Deryaya Naverast hezar û 500 koçber canê xwe ji dest dan. Piraniya wan kesan jî ji xelkê Sûriyê ne ku tê da hejmareke zêde Kurd jî hene.

Ugur Yildirim ê Serokê Komeleya Mafên Penaberan a Navdewletî ew bi xwe jî li ser sînorê Yewnenîstanê ligel koçberan pêwendî daniye ku di cîh de şahidê rewşa trajîk a koçberan bûye.

Ugur Yildirim ji K24ê re got: “Ji zêdeyî penaberên ku li Deryaya Naverast canê xwe ji dest dane jin û zarok in. Kesên hêj wenda hene loma hejmara kesên mirî ji ya heyî zêdetir e. Koçberan ku ez ligel wan axivîm dibêjin rêya ku dikevin rêyek dijwar be jî lê piçek hêvî dide wan. Eger li welatê xwe ku tim şer lê heye bimînin ji jiyaneke aram wê bêpar bimînin loma berê xwe didin Ewropayê.”

Di raporta saziyê de kesên ku xwe bi sax û silametî gihandine Ewropayê wek 60 hezar tên destnîşankirin. Lêkolîner amaje dikin heta ku sedemên sereke yên koçberiyê neyên çareserkirin trajediya însanî dê her berdewam be.

Lêkolîner Musa Uzer dibêje: “Koçberên ku ji şer direvin, yan di rê de dimirin ku piraniya wan Ereb û Kurdên Sûriyê ne yan jî di şertên dijwar de li xeribiyê hewla berxwedana jiyanê didin. Lazim e welatên ku penaber xwe lê dispêrin sînorên xwe negirin da ku li ser sînoran bûyerên trajedîk rû nedin.”

Berpirsên sazî û dezgehên têkîldar dest nîşan dikin mehên bihar û havînê liv û lebata koçberan ku bi belemê di ser deryayê re xwe digihînin Ewropayê zêdetir dibe. Loma metirsiya mezin ew e ku mehên pêş me egera çîrokên dilêş ên penaberan zêdetir rû bide