Çawa CHP dengê Kurdan dê Wergire?

Gelo ji bo wergirtina dengê Kurdan wê CHP ji bo hilbijartinên Stenbolê stratejiyeke çawa bide pêşiya xwe? Li gorî Endamê Encûmena CHPê Erdal Aksunger divê CHP ne wek AK Partiyê tevbigere ku karta Oalan ji bo wergirtina dengdêrên Kurd derdixe pêş. Divê bi şêwazeke ku li ser esasê demokrasiyê jibinîve kêşya Kurdî çareser bike derkeve pêş.

K24-Istanbul

Gelo ji bo wergirtina dengê Kurdan wê CHP ji bo hilbijartinên Stenbolê  stratejiyeke çawa bide pêşiya xwe? Li gorî Endamê Encûmena CHPê Erdal Aksunger divê CHP ne wek AK Partiyê tevbigere ku karta Oalan ji bo wergirtina dengdêrên Kurd derdixe pêş. Divê bi şêwazeke ku li ser esasê demokrasiyê jibinîve kêşya Kurdî çareser bike derkeve pêş.

Li ser biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind hilbijartina Stenbolê te nûkirin. AK Partî hewl dide ku di 23ê Hezîranê de dengên Kurdan wergire û bo vê hin gavan diavêje. Yek ji wan gavan jî rakirina qedexeya hevdîtina parêzeran ya ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Heta Serokê Partiya Netewperest MHPê Dewlet Bahçelî jî gotibû; divê parêzerên Ocalan pê re hevdîtinan pêk bînin. HDP jî dozê li CHPê dike ku ji bo çareseriya kêşeya Kurd helwesta xwe zelal bike. Lê hê jî ji aliyê CHPê ve derbarê ne mijara Ocalan û ne jî çareseriya kêşeya Kurd de daxuyaniyeke fermî nehatiye ragihandin. Ligel vê yekê jî CHP daxwaza dengê Kurdan dike di hilbijartinên 23ê Hezîranê de. Gelo stratejiya CHPê ya ji bo wergirtina dengê Kurdan çiye? Li gorî Endamê Encûmena CHPê Erdal Aksunger, divê CHP ne wek AK Partî ku karta Ocalan dide pêş tevbigere. Divê li ser çareseriya bingehîn ya kêşeya Kurdan stratejiyekê diyar bike. Hingî wê karibe dengê Kurda wergire. Aksunger dibêje; divê Kurd jî bi van dek û dolabên AK Partiyê ên ji bo hilbijartinê nexapin.  

Erdal Aksunger - endamê Encûmena CHPê, got:"Ji vir û pê de her kîjan partiya siyasî tiliyel hungiv bide devê Kurdan ew ê zirar bike. Divê kêşeya Kurdan ne ji bo siyaseta demkî û hilbijartinan were rojevê. Divê CHP wek AK Partiyê neke û di ser siyaseta Rojavayê re li çareseriya kêşeya Kurdan binihêre. Ji ber ku her du bi hev re konsolî de ne. CHP di proseseke wisa de ye ku bi rastî jî pêdivî bi demokrasiyê heye. Yek ji pêkhateyên herî mezin ên vê prosesê jî HDP û Kurd in û divê neyê jibîrkirin Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê jî hene. Loma divê siyaseteke rasyonel bimeşîne CHP di vê serdemê de, ji bo ku karibe hem dengê Kurdan wergire û em jî keşeya Kurdî ji binî ve çareser bike, li ser esasên demokrasiyê."

Bi boçûna Endamê Encûmena CHPê yê din Muslum Sari jî, CHP tengijiye û ji ber girseya xwe ya netewperest nikare derbarê Kurdan de divê serdemê de peyameke xurt bide. Encax bi awayekî sergirtî wê hevalkariya xwe berdewam bike û dengê Kurdan wergire.  

Muslim Sari - endamê Encûmena CHê, got:"Di CHPê hindek kêşeyên bingehîn hene. Hîna jî ew guherîn û vegûherîna girseya xwe pêk neaniye û di vî warî de ditengije, loma jî rast e rast derbarê Kurdan de nikare daxuyanyeke fermî ragihîne. Dema ku bide ew rîska reva girseya netewperset û ên di navbeynê de mane heye. Di vê prosesesê de min ne bawer e ku di derbarê kurdan de peyameke xurt bê ragihandin. Lê di asta navçe û bajêr de her cûre pêwendiyên me hene û wek hilbijartinên 31ê Adarê, ne fermî bejî bi awayekî filî wê hevkarî bê danîn. Di asta navendê de jî pêwendî hene û bi awayekî sergirtî hindek danûstandin tên kirin."

Li gorî çavdêrên siyasî ên nêzîkî CHPê jî digel xebata wergirtina dengê Kurdên HDPyî, divê stratejiyeke taybet jî ji bo Kurdên oldar û Tirkên Spî jî bike û wek nexşerêyekê bide pêşiya xwe. Ji ber ku di nava yek milyon û 700 kesên ku neçûne ser sindiqon de ji bilî hejmareke zêde ya Kurdên oldar bi tenê 300 hezar jê dengdêrên HDP ne, 170 hezar jî dengdêrên CHPê bixwe ne ku wek Tirkên Spî tên nasîn. Yanî ji bo ku karibe hem Kurdên oldar û ên di nava HDPê û wan Tirkên spî bi hev re konsolîde bike divê bi bangeşiyeke ciyêwaz derkeve pêşberî civakê.