Zêbarî hûrgiliyên piştevaniya Sûriyê ji teror û Beisiyên Iraqê re aşkere dike

Hişyar Zêbarî radigihîne, ji piştî sala 2003an ve Hikûmeta Sûriyê Beisiyên Iraqê û kesên biyanî biçek kirin ji bo aramiya Iraqê têk bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Iraqê yê berê Hişyar Zêbarî Sûriyê bi piştevanîkirina Beisiyên Iraqî ji bo têkbirina aramî û ewlehiya wî welatî tometbar dike û dibêje: “Ji piştî sala 2003an ve Hikûmeta Sûriyê Beisiyên Iraqê û kesên biyanî biçek kirin ji bo aramiya Iraqê têk bidin.”

Zêbarî di hevpeyvînekê bi rojnameya “Independent” çapa Erebî re sedemên pişt perdeyê yên hîştine Hikûmeta Iraqê di serdama Serokwezîrtiya Nûrî Malîkî de pêwendiyên bi Sûriyê bibire, aşkere kir û got: “Piştî çend mehan ji rûxandina rêjîma Sedam Husên, Sûriyan asankarî ji Beisiyên Iraqê re kir û wan dest bi xwerêxistinê kirin. Bê vîza çekdarên biyanî bi riya firokxaneya Şamê ve bi paspostên geştiyarî derbasî Iraqê dibûn.”

Zêbarî got jî: “Ji ber ku Amerîkiyan peyamên şaş dabûn Sûriyê, ji ber wê jî Sûriyan bilez piştevaniya neyarên Iraqê nû kirin. Piştî çend salan jî me zanî ku Lîwa Asif Şewket li piştî wê biryarê bû.”

Li ser pêwendiyên Iraq û Sûriyê Zêbarê dibêje: “Hin guhartin di pêwendiyên Iraqa nû bi welatên cîran re çê bûn, lê tenê Sûriyê rijd ma û li rewşa nû ya Iraqê mikur nehat. Di Îlona 2009an de zincîreyeke teqînan li Bexdayê rû dan û yek ji wan Wezareta Derve ya Iraqê armanc girt. Wê demê hikûmeta Iraqê bi hikûmeta Sûriyê re gihîşt bilindtirîn asta girjî û aloziyê, ji ber ku destê Sûriye rasterast li pişt wan teqînan dît û ew pê tometbar kir.”

Zêbarî hûrgiliyên zêdetir aşkere dike û dibêje: “Hikûmeta Iraqê wê demê biryar da pêwendiyan bi Sûriyê re bên birîn û biçin Encûmena Asayişa Navdewletî. Wê demê hikûmeta Nûrî Malîkî di destpêka xwe de bû, ew li Sûriyê jiyabû, em jî demekê li Sûriyê bûn û piraniya berpirsên Iraqa nû jî li Sûriyê jiyabûn, ji ber wê me dizanî ku çawa dezgehên îstixbarata Sûriyê kar dikin. Serokwezîr jî tekez kir ku ew teqîn ji aliyê dezgehên îstixbarata Sûriyê ve hatine kirin. Wê demê ez di Encûmena Asayişa Niştimanî de bûm û di civînekê de hat tekezkirin ku Sûriyê li pişt wan êrîşan e, Enûmenê jî biryar da, wek gava yekem Balyozê Iraqê li Sûriyê vekişîne.”

Zêbarî behsa pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim re dike û dibêje: Min pêwendî bi Welîd Muelem re kir û min jê re got: Nûçeyeke ne baş heye. Ez hatime erkdarkirin ku Balyozê Iraqê vekişînim, ji ber ku em dibînin hûn di ber van teqînan de berpirsyar in. Muelim got: Pirs gihîştiye vê astê. Min got: Ev biryara hikûmetê ye û ez pêwendiyê bi te re dikim ji bo ku tu agahdar bî. Wî got: Emê jî heman tiştî bikin, lê em careke din balyozê xwe venagerînin heta rêjîm li Iraqê neyê guhartin. Min got: Rêjîm hat guhartin û ti hêzek bikare careke din rêjîmê biguhêre jî nîn e.”  

 

S. B