K24 encamên ne fermî yên % 95 a dengan aşkere dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sedî 45 a dengên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidest xistiye.
Li gor encamên destpêkî yên ne fermî yên hilbijartnan, piştî cudakirina ji sedî 95 a dengan, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi cudahiyek zêde li pêşiya hemû partî û aliyên de ye.
Li gor hejmartina ji sedî 95 a dengan, rêje û kursiyên lîsteyan wiha dibe:
PDK: % 45 ku dike 44 kursî.
YNK: % 21.7 ku dike 21 kursî.
Tevgera Goran: % 13.1 ku dike 13 kursî.
Nifşa Nû: % 8.4 ku dike 8 kursî.
Komela Îslamî: % 7.1, ku dike 7 kursî.
Hevpeymaniya ber bi Îslah: %5.2 ku dike 6 kursî
Roja 30î Îlona 2018 hilbijartinên xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê birêve çû. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya beşdariya dengdana hilbijartinan ragihand, ku ji sedî 57.23 e.
S. B