Gel: Firoşgehên giştî politîkayek bo hilbijartinan bû

Beriya hilbijartinên herêmî bûhabûna zebze û fêkîyan û dijî vê yekê bergiriyên hikumetê bubû mijara sereke ya rojeva Tirkiyeyê. Bi fermana Serokkomara Recep Tayyîp Erdogan beriya du mehên hilbijartinan li bajarên mezin yên wekî Stenbol û Enqerê 65 firoşgehên giştî yên fêkî û zebzeyan hatibûn damezrandin. Lê belê piştî hilbijartinan gelek ji van firoşgehan hatin rakirin. Firoşkar û welatiyên bazarên Enqerê jî dibêjin ev rê çareseriyek demkî û politîkayek bo hilbijartinan bû.

K24- Enqere

Li Tirkiyeyê beriya du mehên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê li Enqerê û Stenbolê bi banga Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji aliyê şaredariyan ve firoşgehên giştî yên fêkî û zebzeyan hatibûn damezrandin û berhem erzan dihatin firotin. Lê belê piştî dawîbûna hilbijartinan firoşgehên giştî yên Enqerê yekser hatin rakirin û ligel kul i hin cihên Stenbolê hatin rakirin li hin cihan jî hêj berdewam e.Ji bo çi hatin damezrandin û bandorek çawa ser nirxê fêkî û zebzeyan kir? Firoşkarên hala Enqerê amaje pê dikin, firoşgehên giştî tenê politîkayekî bo hilbijartinan û ji bo wergirtina dengan bû.

Şewket Kaya – Firoşkar, dibêje: " Ev çareseriyên demkî bûn. Li gorî min çareseriyek bo hilbijartinan bû û ji rakirina firoşgehên giştî jî diyar dibe ku ev yek jî biserneketiye. Çimkî zirar dikirin. Heta pistevaniya cotkaran neye kirin mixabin dê nirxê fêkî û zebzeyan her zêde dibe. Em heqê zebzeyan li ser wan nanivîsin ji berk u milet ditirse û derbas dibe"

Eşref Kiliçarslan – Firoşkar, dibêje: "Di nirxê berheman de tu guhertinek çênebûye, dîsa bilind e. Dema firoşgehên giştî hebûn, gel hemû pêdiviyên xwe ji wir dabîn dikirin, niha ew jî nînin lê dîsa karê me jî tune ye"

Welatiyên Enqerê ku ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe hatin hala fêkî û zebzeyan jî ji nirxên berhaman bi gilî û gazincin û ew jî dibêjin firoşgehên giştî tene xapandinek bû bo hilbijartinan.

Serdar Dîlek – Welatî, got: " Meseleya firoşgehên giştî bi hilbijartinan ve girêdayî bû û tiştekî ne bi ehlaqî bû. Ger çareseriyek wisa hebû çima heta niha ev yek nedihat kirin. Li gorî min ji devla wê yekê ve piştevaniya firoşkaran kiriba ne hewceyî tiştekî bû"

Ahmet Başaran – Welatî, got:"mirovekî ku bi mûçeyê kêmanî debara xwe dike nizanim bê çawa frengi, îsot û patatan dixwe. Firoşgehên giştî hebûn lê belê bi baweriya min ew jî ji bo wergirtina dengên cotkaran hatibûn danîn"

Di firoşgehên giştî de kîloya xiyaran bi 4 lîreyan, fringî bi 3 lîreyan, îsot bi 6 lîreyan, patat û pîvaz bi 2 lîreyên Tirkî tên firotin lê belê niha li hal û bazarên fêkî û zebzeyan fringî di navbera 6-8, îsot di navbera 10-12, xiyar bi 5, patat û pîvaz jî bi 7 lîreyên Tirkî tên firotin.