Jirinovski: Erdogan ji min re got – amade ne ji NATO derkevin!

Ligor nûçeya Sputnik a Rûsî, Erdogan ji Vladimir Jirinovski re gotiye: Tirkiye amade ye ji NATO derbikeve...

K24 – Navenda Nûçeyan

Kirîna mûşekên S400an ji Rûsya di navbeyna NATO û Tirkiye de aloziyên mezin peyda kirin e. Hin pispor dibînin, ku ev proseya destpêkî ya veqetandina Tirkiye ji NATO ye.

Di proseyek weha de, ji alî Serokê Partiya Liberal Demokrat a Rûsya ve daxûyaniyek balkêş hate ragihandin. Ligor nûçeya Sputnik a Rûsî, Erdogan ji Vladimir Jirinovski re gotiye: Tirkiye amade ye ji NATO derbikeve.

Jironovski diyar kiriye: “Min bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayyib Erdogan re du caran hevûdu dîtiye. Ji min re got – Ew amade ne ji NATO derbikevin. Dixwazin bibin endamê Yekîtiya Ewrûpa (YE), lê nayên wergirtin. Daxwazên YE bicîh tîn in, lê carek din wan wernagirin nav YE. Lê NATO yekser ew wergirtibûn, jiber ku coxrafya wan a dijberiya Rûsya minasib e”.

 

 

C.B