Yekîtiya Ewrûpayê: Nabe bi ti awayî rê bihêt dan dûbare DAIŞ li Iraqê serhelde
K24- Hewlêr
Di civîna Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrûpayê de, ku beşeke wê taybet bû bi rewşa Iraqê, Berpirsê Siyaseta derve yê Yekîtiya Ewrûpayê ragihand, nabe bi ti awayî rê bi serîhildana DAIŞê li Iraqê were dan. Ji ber ku, dê karesatên mirovî li pey xwe bîn û pêwîst e, serkeftinên Hevpeymanan bi ser DAIŞê re, werin parastin.
Jossf Borrell, berpirsê Siyaseta derve yê Yekîtiya Ewrûpayê got: Rewşa Îraqê metirsîdare û renge girjîyên serbazî ewî welatî bixe di metirsîyê de, nemaze dûbare serheldana Daişê ku karvedanê xirab dê jê çê be û karesatên mirovî careka dî dê serhelde û hejmara awareyan dîsan zêde dibe
Hereweha got: bi her awayekê be divê rê nedên ev yek rû bide ûa parêzgarîyê ji destkevtên Hevpeyamanîya Nêvdewletî bikîn ji serkevtinê bi ser Daişê re.