Erdogan dema gihîştina S-400 bo Tirkiyê aşkere dike

Serokomarê Tirkyê Recep Tayîp Erdogan tekez dike, ew ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400an poşman nabin û ji biryara xwe venagerin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkyê Recep Tayîp Erdogan tekez dike, ew ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400an poşman nabin û ji biryara xwe venagerin.

Serokomarê Tirkiyê dema ji serdana xwe ya Tacîkîstanê vedigeriya bersiva pirsên rojnamevanan da. Erdogan got: Ew nikare ji biryara ya kirîna S400an vegere. Ewê S400an bikirin û poşman nabin. Wan digel Rusyayê rêkeftina S400an îmze kirine û her tişt dawî hatiye.

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha aşkere kir, mûşekên S-400 dê meha bê li Tirkiyê werin bicîkirin.

Da zanîn jî, Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê nameyekê bo Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan derbarê rawestandina rahênankirina firokvanên Tirk li ser F-35 de amade dike, ew jî bi sedam kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî.

Berî çend rojan Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, rahênankirina firokvanên Tirkiyê li ser firokeya F-35 li binkeya esmanî Arizona hat rawestandin. Rahênankirina firokvanên Tirkiyê destpê nake, heta Tirkiyê ji kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400 bi paş ve venekişe.

 

S. B