Heseke.. Teqîn li nêzîkî zîndanê DAIŞê hate kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li Hesekê teqînek li nêzîkî zîndana ku çekdarên DAIŞê tê de ne hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, li Hesekê teqînek li nêzîkî zîndana ku çekdarên DAIŞê tê de ne hate kirin.

HSD di daxuyaniya xwe de ragihand, îro berbangê teqînek bi riya otombîleke bombekirî li taxa Giwêran li nêzîkî zîndana çekdarên DAIŞê tê de girtî ne hate kirin, bêyî ku zanyariyan derbarê rewşa zîndanê û ziyanan bike.

Duhî jî otombîleke bombekirî li Qamişlo teqiyabû û encamê de 4 kesên sivîl canê xwe jidest dabûn û 9 kesên din jî birîndar bûbûn.

Ji aliyekî din ve, Peyamnêrê K24ê da zanîn, artêşa Tirkiyê duhî zîndana Cergîn ya li rojavayê Qamişlo ya ku hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê tê de girtî ne bombebaran kiribû.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê ku ji jêderên leşkerî wergirtine, hejmarek ji dîlên DAIŞê xwetin ji zîndanê birevin, lê HSDê karî hejmarek ji çekdaran bigire. Herwiha di encama desteserkirina çekdarên DAIŞê de 6 çekdar hatin birîndarkirin, lê 5 çekdarî jî reviyane.

 

S. B